Qetlîamker Blackwater

Qetlîamker BlackwaterŞîrketa Emrîka Mîna Dewleta Xwe Ji Xwîn û Kuştinê Pir Hez Dike

Emrîka, ji kuştin û qetlîam kirinê re, di şêlandin û gelacîkirinê de hoste ye. Ji ber ku şîrketên Emrîka jî, eynî derz hilanîne, ew jî ne kêmî meznê xwe ne.

Gava Emrîkayê dagirker, Efğan û İraq îşğal kir, gelek we’d û soz dan ku wê demokrasî û aşîtî bîne, azadî û pêşveçûn deyne.Her wiha şîrketa xwe ya Blackwatera ewlehiyê jî, ji bo van karan bicîh kir. Şîrket îhalên bi mîlyar dolaran girt. Lê mixabin tu ewlehî anî, ji xwîn û şêlandinê pêvetir tiştekî qenc bikar neanî.

Niha navê vê şîrketa Emrîka Akademî LLC ye û ji ber kirinên xwe yên xerab, 7 û nîv milyon dolar ceza lê hatiye birîn. Tê gotin ku şîrket sivîl qetlîam kirine, qeçaxvaniya sîlehan kiriye. Di 17 warên cûda de, pêl qanûna kiriye. Bêqanûnî sîleh firotiye, otomatîk sîleh stendiye. Navê wê bi kuştina sivîlan derketiye.

Di meha Çileya borî de, 4 mensûbên şîrketê hatibûn kuştin. Di navbera merivên kuştiyan û şîrketê de, doza tazmînatê ji demeke dirêj ve dewam dikir, û bi dawî bû. Lê der heqê wê de tu agahî nehat dayîn.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)a

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be