Çendakî berê bersûc û girtî û mehkûmên Ergenekon û Balyoz û Kckê hatibûn berdan. Di nav wan de kesên ku bi çend caran cezayê muebbeta girankirî girtibûn jî hene. Feqet însanên dîndar ên ji ber xizmeta xwe ya ji bo Quranê ku bi zorbatî û derew û ceberrûta şebeka qirêj ya dewletê hatibûn girtin û bi deh salan e di hepsan de ne, çi hîkmet be nayê dîtin.
Yek ji wan Mûrat Salûrê xwendekarê zanîngehê ye. Mûrat Salûr ji ber ku li camiyê dersa Quranê dida, ji 1994an û vir ve di hepsan de ye. Bavê wî Yûsûf Salûr beyan kir ku tek sûcê kurê wî, li camiyan dana dersa Quranê ye û weha dewam kir:
“Kurê min di nezaretê de marûzî îşkenceyê giran bû. Pey ku derxistin mehkemê jî, adîl nehat mehkemekirin. Heger edalet hebe û heq û hiqûq serdest be, divê mehkemekirina ji nû de ji bo ewladên me jî bê kirin.”
Dîya Mûrat Salûr a ku ev serê 21 salan e hesreta kurê xwe dikşîne jî da zanîn ku gava kurê wê 17 salî bû ketiye hepsê û ev 21 sal e ku di îdan de li mala wan xwarina germ nayê peytin.
Çınarın Sesi