Qeydên hecê dê di 21ê Kanûnê de dest pê bikin

Ji bo kesên ku dê cara ewil biçin hecê ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve di navbera 21-29ên Kanûnê de dê xebatên qeydê bên destpêkirin.

Derbarê mijarê de ji teref miftîtîyê ve di xutbeyên Înê de agahdarî hat kirin û hat ragihandin ew ê di navbera 21-29ên Kanûnê de dê xebatên qeydê bên destpêkirin.

Miftîyê Bajêra Mêrdînê Îsmaîl Çîçek derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

“Kesên ku cara ewil qeyda xwe bidin kirin dê di navbera 21-29ên Kanûnê de serîlêdanê bikin”

Çîçek di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de diyar kir kesên ku dê cara ewil qeyda xwe bikin dê 20 lîreyan razînin banqê û dû re wiha axaivî: “ Welatîyên me dikarin di navbera 21-29ên Kanûnê de him ji ser malpera me ya înternetê http://hac.diyanet.gov.tr  û him jî dikarin li miftîtîyên me serîlêdana hecê bikin.”

ÎLKHA




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin