Qeymeqamê Dêrikê Safîturk jiyana xwe ji dest da

Qeymeqamê Dêrika Mêrdînê Muhammed Fatîh Safîtûrkê ku di êrîşa PKKê de giran birîndar bûbû li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Her weke ku tê zanîn li navçeya Dêrika Mêrdînê bi roketan êrîş li avahiya qeymeqamtiyê hatibû kirin û di êrîşa ku hatibû kirin de Muhammed Fatîh Safîturkê ku ji Şaredariya Dêrikê re wek qayûm hatibû tayînkirin birîndar bûbû.Ji bilî qeymeqam di êrîşê de 3 polês jî birîndar bûbûn.

Safîturkê ku di êrîşê de giran birîndar bûbû li Dîlokê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin