Li Erğaniya navçeya Diyarbekirê, li salona konferansê ya lîseya mamostetiyê, der heqê nexweşiya Çermîkê de, panelek hatibû li dar xistin. Mehmet Salih Erdûrê ku 18 sal mamoste ye, fikrên xwe pêş kir. Mamoste ji ber fikrên xwe, ji teref qeymeqamê Erğanî ve, ji wezîfê hat dûrxistin.
Mamostê dersa dîn û exlaqê Mehmet Salih Erdûr, tiştên bi serê wî de qewimîne, ji ajansa Îlkeyê re beyan kir. Mamostê lîseya mamostetiyê ya Anadolûyê wiha got “Piştî pêşkirina fikran, fikrên guhdaran jî hatin girtin. Min jî got ku xwezya wezîfedarên ku ji îmara Erğaniyê mesûlin jî, hatibûna vê panelê, wê çaxê wê pêşkêşkirina fikran bigihîşta meqseda xwe. Lewra di bin kevirên parkeyan de, ji bo dagirtinê asbestê bikar tînin. Wê wezîfedar ji vê mesela haydar bûbûna. Mixabin wezîfedarên me, di vê meselê de têra xwe ne hestewer in. Min van îfadeyan bikar anîbûn. Piştî diyarkirina van fikran, qeymeqam ji cîhê xwe rabû û li ber xwendekaran, min rencîde kir, bi awayî ku ne babetî meslekamine, xîtabî min kir û bi dengê bilind wiha got “Li şûna xwe rûne. Wezîfedar ez im.” Ji ber vê yekê polîsan bi çepilê min girtin, û min ji hundir derxistin. Saetek şûnde piştî vê hadîseyê, nivîsek ji min re hat ku, ez ji wezîfê hatime dûrxistin. Ev nêzî 3 mehan e ku mexdûr im. Qeymeqam selahiyeta ku dewletê dayê, li ser min bi kêfî bikar anî.”
Piştî ku qeymeqam mamoste ji wezîfê da dûrxistin, ev pirs hat hişê gelek kesan ku, gelo qeymeqam çima piştevaniya belediyê dike?