Qezaya Weke Qetlî’amê

Otobuseke ku ji Stenbolê rêwî dibirin Mûşê, li Kayserîyê qeza kir

Otobuseke ku ji Stenbolê rêwî dibirin Mûşê, li Kayserîyê qeza kir. Di hadîseya fecî de 9ê wan zarok, 21 kesan can dan, 33 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa 7 heban giran e.

   Hadîse li Pinarbaşiya navçeya Kayseriyê, li ser rêbeja Pinarbaşi-Gurunê, di kîlomêtroya 35an de qewimî. Hat gotin ku otobusa rêwiyan, ji ber qeşaya rê û mija pir, qelibîye şarampolê û di encama qezayê de 21 kesan can dane. Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, qeza bi şev di saet 2 û nîvan de qewimîye.

   Hat dîyarkirin ku li ser hadîseyê ji navçeya Pinarbaşîyê û ji merkeza bajêr, gelek ambûlans sewkî herêma qezayê bûn.

  Xebatên tîmên cenderme, îtfaye û AFADê, yên ji bo xelaskirana kesên di otobusêde asê mabûn, heta destê sibehê dewam kir.

Li ser hedîseya qezayê, lêpirsîn hat despêkirin

                               BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin