Hefta borî, mehkema cezaya giran ya 14an ya Stenbolê, di doza saziyên sivîl û Îslamî de li 13 kesan 113 sal ceza birîbû. Li ser vê qirarê tepkiyên saziyan bilind dibin. Gelek kes îfade dikin ku ev qirar siyasî bûye.
Parêzer Huseyîn Kurşûn da zanîn ku, qirara mehkemê siyasî ye, ne hiqûqî ye. Kurşun diyar kir ku, dewlet kesên mixalîfî xwe dibîne, wan mîna terorê nîşan dide.
Huseyîn Kurşun wiha got “Tiştê endîşeyê dide me, tabîra terorê ya dewletê ye. Dewlet hinek fikr û hereketên ku ne li gorî rejîma wê be, yan jî li felsefa avabûna wê nayê, mîna terorê dibîne. Emniyet ji bo kesên desteserkirî îfade amade dike, mehkeme jî van îfadeyên ku polîs hazir kirine, dike îddîaname û teleba bersûc û parêzeran ya berhevkirina delîlan red dike. Me ev tişt gelek caran dîtine. Ev neheqî bi salan e ku dewam dikin.”
Parêzer Huseyîn Kurşun peyva xwe wiha dewam kir “Neheqî û bêhiqûqiyên wiha, milletê tûj dike. Gelek însan sirf ji ber digotin Rebbê me Allah e, hatin mexdûrkirin. Kesên dixwestin li gorî emr û nehyê Îslamê tevbigerin, mîna mensûbê terorê hatin mehkemekirin û mexdûrkirin. Hinek ji wan mealesef hê jî di hepsan de ne.” BANGAHEQ