Qirara Beraetê

Li Mersînê Mensûbên Saziyên Sivîl Hemî Hatin Beraet Kirin

Berî niha bi behane û hincetên tehliyên Hîzbûllah, li gelek bajaran li ber mensûbên komel û saziyên sivîl, operasyon hatibûn rastkirin. Gelek kes bêsûc hatibûn girtin û desteserkirin. Pirrê wan hatibûn berdan, ji wan hinek hatibûn berdan û mehkema wan dewam dikir.

Li bajarê Mêrsînê jî kesên ku serbestbûn û mehkema wan dewam dikir, do celseya mehkema wan ya ewil bû. Evan kesan derketin pêş hakimê mehkema nobetdar. Di nav wan de serekê Mustezef-Dera hatiye girtin ya şûba Mêrsînê Weysî Yûmlû û serekê şûba Tarsûsê Salih Demîr jî, 7 kes di celseya mehkema ceza giran a dehan a Edenê de hemî beraet bûn.

Piştî mudafaa bersûc û parêzerên wan, heyeta mehkemê der heqê heft kesên ku bi endamtiya rêxistinê û propagandaya wê dihate sûcdarkirin de, qirara beraetê da. Piştî celseyê ji parêzerên wan Cemal Çoban wiha beyan kir “Bi neheqî li sazî û komelên Îslamî operasyon hatibû kirin. Heyeta mehkemê qirarek rast da û vê neheqiyê rakir. Jixwe qirara dihat hêvîkirin jî ev bû.”  Weysî Yumlu û Salih Demîr jî dan zanîn ku medya di aleyhê wan de bi derewî propaganda dikir, hêzên emniyetê teşwîkî operasyona dikir. Hemdê Xweda, bi vê qirarê van neheqî hatine rakirin. (bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be