Meclîsa Ewrûpayê li ser protestoyên parka Geziyê, hikûmet û serekwezîrê Tirkiyê tenkît kirin. Parlementoyê di beyana xwe de îfade kir ku, parlementer mîna hiş û cesareta xwe winda kiribin, beyan û gotinên bêserî dikin. Li ser protestoyan meclîsa Ewrûpayê pêşnûmayekê bi piraniya dengan qebûl kir. Di pêşnûmayê de wiha hat gotin “Polîsê Tirkiyê li ber protestoyên meşrû û aştiyane, hêza bêhed bikar tîne. Em ji vêya endîşe dikin. Divê desthilatdar lêpirsîna şîdeta polîsê bike, kesên mesûl derxe pêş yargiyê û ji bo kesên kuştî jî tazmînatê bide.”
Di dewamiya pêşnûmayê de wiha hat diyarkirin “Em gaziya desthilatdaran dikin ku heqê azadiya îfadeyê û protestoyên aştiyane têxin bin temînatê, hemî protesovanên aştîxwaz yên desteserkirî berdin.”
Li dijî van tenkîtan serekwezîrî got ku vê pêşnûmayê nasnakin. Wezareta yekîtiya Ewrûpayê ya hikûmetê jî wiha cewab da “Tirkiye ne cimhûriyeta mûz e. Erdoğan jî ne bi tenê ye.” BANGAHEQ