Azîze Mollaya ku ji eslê xwe Nisêbînê ye û Libnanê zewiciye qîza xwe ya 5 salî ya bi navê Besna ji ber nexweşiya Kîstîk Fîbrozîsê winda kir. Azîze Mollaya ku hêj êşa mirinê ya qîza xwe di dilê xwe de dijî a niha jî ketiye derdê lawê xwe yê 6 salî yê bi navê Eymen.Lewra Eymenê 6 salî jî bi heman nexweşiya ku xwişka wî pê ketibû ketiye .
Azîze Mollaya ku bi wasitaya ÎLKHAyê bang li rayedaran kir destnîşan kir ‘Qîza me mir bila lawê me jî nemire.’
“Sextekar 20 hezar dolarên me xwarin”
Molla di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir piştî ku zarokên wê bi vê nexweşiyê ketine ew di sala 2014an de vegeriyane Tirkiyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me ji bo qîza xwe ya ku nexweş ketibû çi lazim bû kir, me îlacake wê bi 3 hezar dolar distand, lê wefat kir. Di destê me de tenê 20 hezar dolar hebû, ez û zilamê min em fikirîn û me qerar da ku em biçin Îsveçê.Kesên ku dê me biribana Îsveçê me xapandin û 20 hezar dolarên me xwarin.Dû re em derbasî Iraqê bûn û em çûn ba metika min, lê belê li wê derê nêzî 6-7 mehan me di girtîgehê de girtin, lewra ji me re gotin ku ‘pasaporta we sexte ye, hûn hemwelatîyê Sûriyê ne.’Piştî mehkemê em hatin Nisêbînê.Dema ku li Nisêbînê rewş xera bû em hatin navenda Mêrdînê.”
“Ez nikarim îxtîyacên zarokên xwe temîn bikin”
Azîze Xanim di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema ku ew li Lubnanê bûn rewşa wan gelek baş bû, lê a niha ew hewcedar in.Azîze Xanim dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “3 zarokên me hene, her roj tiştinan ji min dixwazin, lê belê ez nikarin tiştên ku ew dixwazin temîn bikim.Ji ber vê yekê ez her roj xemê dixwim.Derûniya min ew qas xira bû ku ez dermanan bikartînim.Em li kar digerin, lê tu kes kar nade me.Zilamê min ji ber ku Lubnanî ye Tirkî nizane.Rewşa me nebaş e.”
“Ji ber ku em ji naçarî di xaniyê birutubet de dijîn nexweşiya lawê min pêş ve diçe”
Azîze Xanim di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir nexweşiya lawê wê pêş ve diçe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda ji Weqfa Alîkariya Civakî razî be, ji bo tedawiya lawê min mehane 600 tl dide me.Lê belê em a niha di zîrzemînekê de dijîn û mal temam birutubet e.Ji ber rutubetê nexweşiya lawê min bi pêş ve diçe.Em çûn nexweşxanê, doxtor got ku lawê te ji ber rutubetê baş nabe.Lê belê tu tişt ji destên min nayê.Di zivistanan de av dikeve malê û mal dilopan dike.Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin,bila karekê ji me re peyde bikin.Em tenê kar dixwazin, ger ku kar hebe em ê bişuxilin.Em tevde xemgîn in.”
Azîze Xanim di berdewama axavtina xwe de bang li rayedaran kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Qîzeke min bi navê Besna hebû û 5 salî bû.Besna ji ber nexweşiya Kîstîk Fîbrozîsê jiyana xwe ji dest da.A niha Eymenê min jî bi heman nexweşiyê ketiye.Qîza min mir, bila lawê min jî nemire.Ger ku ew bimre ez ê jî bimrimEm bêçare ne.”(ÎLKHA)