Qonvoya bûkê qeza kir: 4 mirî û birîndarek

DİYARBEKİR - Wesayîta ku di qonvoya bûkê de bû li ser rêya Diyarbekir-Sîwerekê gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes can dan û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza di wextên êvarî de li ser 25emîn kîlometreya Rêbeja Diyarbekir-Sîwerekê pêk hat. Otomobîla bi plaqeya 33 DNR 25 a ku ajokarê wê Burhan Ataş bû li ser 25emîn kîlometreya Rêbeja Diyarbekir-Sîwerekê ji ber cemed û qeşayê gindirî şarampolê. Di qezaya ku pêk hat de 3 kesên bi navê Buşra Ataş, Burhan Ataş, Zeynep Ataş û kesekî navê wî nediyar tev de 4 kes can dan û kesek jî birîndar bû. Hat hînbûn rewşa kesê ku birîndar bûye nebaş e.

Hat ragihandin wesayîta ku qeza kiriye di nava qonvoya bûkê ya ku ji Diyarbekirê ber bi Mêrsînê ve diçû de bû.(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye