Qral Beg! Tu Li Ku Bû?

Qralê Sıûdî Ebdullah pıştî 26 rojan, lı ser wehşet û qetlîamên lı ser ğezzeyê xeber da û alema dınyayê bı bêdengıyê sûcdar kır

Ev serê 27 rojan e ku wehşet û qetlîamên Îsraîla rejîma terorê yên li ser Ğezzeyê dewam dike. Heta niha tu deng ji qralê Siûdî derneketibû. Çawa ku di medyayê de hat îddîakirin ku di wan wehşetan de Îsraîl û Siûdî û îdara cûntaya Misrê bi hev re têkildar in, qralê Siûdî bêdengiya xwe xera kir û alema dinyayê bi bêdengiyê sûcdar kir.
Qral Ebdullah piştî 26 rojên wehşetê wiha got:
“Kirinên li Filistîniyan, cînayeta ku li dijî însaniyetê hatiye kirin e,  sûcê herbê ye û qetlîam e. Tu terîfa wê ya însanî tune ye. Ev terorek e ku bi destê dewletê tê kirin. Evana tev li ber çavê alem û saziyên navneteweyî tên kirin. Camîaya ku bêdeng tevdigere û temaşe dike, ji van kirinan re dengê xwe nake.”
Wekî tê zanîn Siûdî, Hamasê ji ber ku bi Îxwanul Muslîmîn re têkildar e talûke dibîne. Qralê Siûdî îdara derbeya Misrê fînanse dike. Di 2009an de jî Hamasê sûcdar kiribû ku bi Îsraîlê re lihevkirinê naxwaze. Siûdî ji bo ji nû de avakirina Ğezzeyê, alîkariya pere nedabû Hamasê, dabû hereketa Mehmûd Ebbas.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar