“Quds dê wek paytexta Fîlîstînê bimîne”

Serokê Dewleta Fîlîstînê Mahmud Abbas destnîşan kir “Quds paytexta Fîlîstînê ye û wek paytexta Fîlîstînê bimîne.”

Serokê Dewleta Fîlîstînê Mahmud Abbasê ku di civîna Teşkîlata Hevkarîya Îslamî de axivî  destnîşan kir “Quds paytexta Fîlîstînê ye û wek paytexta Fîlîstînê bimîne.”

Abbas di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Ez ji vê derê ji îsraîl re meydanê dixwînim, bila ji min re sînoran nîşan bide, welatekî ku sînorên wê tunebe di bergeha hiqûqa navneteweyî de nayê naskirin.” Abbas dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Trump Qudsê wek xelatekî ji îsraîlê re pêşkêş kir. Ew weke ku li dinyayê bes ew qerarê didin tevdigerin. Êdî em ê teqez destûrê nedin navbeykarîya Amerîka. Em bi birêveberîya Amerîka re her tim di nav hevkarîyê de bûn. Lê ev qerara dawî temamê xetên me yên sor derbas kir. Ger Amerîka hevpeymanê xera kiribe em ê jî ji sozên ku daye bi paşve vekişin û gavan bi paşve bavêjin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e