Qudus TV di bergeha KHKyê de hat girtin

Qudus TVyê ku berî vê 8 salan dest bi weşanê kiribû di bergeha qanûna di hikmê qanûnê de hat girtin.

Qerara girtinê ji teref RTURKê ve hat dayîn.Polês çûne avahîya Qudus TV yê ku li navçeya Bagcilara Stenbolê ye û  dest danîn li ser eşyayên di avahiyê de.Hate ragihandin ev eşyayên ku dest li ser wan hatiye dayîn dê dewrî xezineyê bên kirin.

Her weke dê bê bîran Qudus TV di heyama Bihara Ereban de nexasim di derheqê bûyerên li Misrê de bênavber agahî dida raya giştî ya Tirkiyê û di derheqê êrîşên Îsraîlê yên li  Xazeyê de bênavber weşanê kir.Bi heman awayî Qudus Tv ji cûrbecûr welatên Îslamê geşedanên ku diqewimîn ji temaşewanên xwe re radigihand.

Ji ser hisaba medyaya civakî ya televîzyonê hat destnîşankirin dê di derbarê mijarê de daxuyaniyek bê dayîn.

Qudus Tvyê ku Nuredîn Şîrîn Birevebertiya Weşana Giştî ye, li dijî Siûd, Îsraîl û Emrîkayê weşanê dikir.

ÎLKHA



İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye