De’wa Hîzbullah
Evê de’wa Hîzbullah a tevê ummetê ye
Ne de’wa mezhebekî û qewmekî tenê ye
Ne li buq’ekî erdê belkî li ‘alemê tev
De’wa me de’w û doza hukmê şerî’etê ye
Bira kî vê naxwaze em şaş ji hev fêm nekin
Milê xwe em bidin hev dila li hevdû vekin
Bira kafir bibînin em musluman tev yek in
De’wa me de’w û doza hukmê şerî’etê ye
Çi Şafi’î, Henîfî, Qadirî, Neqşebendî
Çi Medresa Nûrî be Rufa’î, Suhrewerdî
Em tev birayê hev in ji cuhlê bû ne bendî
De’wa me de’w û doza hukmê şerî’etê ye
Çima qanûnê kufrê hakim be-l dewleta me
Bira ma qey tunîne hukmê şerî’eta me
Bi vê esîr kirin em bela bû quwweta me
De’wa me de’w û doza hukmê şerî’etê ye
Ger Şahê Neqşebendî û Ğewsê ‘Ebdêqadir
Sağ bûna qîm netanîn yek roj bi hukmê kafir
Ji bo şer’ê ‘umur dan ji ewwel heta axir
De’wa me de’w û doza hukmê şerî’etê ye
Rabin em tev bibin yek pey de’wa van rehbera
Derê cîhadê vekin li xayîn û kafira
Îxtîlafa bavejin Xweda em kirne bira
Mizgîn de’wa me de’wa hukmê şerî’etê ye
BANGAHEQ