Rageşîya Hamas Û El Fetîhê

Berdevkê Hamasê Samî Ebû Zuhrî anî ziman ku hê firsenda hikûmeta lihevkirina mîllî heye ku li ber xelkê Ğezzeyê, wezîfeya xwe pêk bîne û li gorî heqqanîyetê tevbigere.

Hamas dixwaze ku hikûmeta mutebaqata mîllî, li ber xelkê Ğezzeyê li gorî heqqanîyetê tevbigere û wezîfeya xwe pêk bîne.

Berdevkê Hamasê Samî Ebû Zuhrî bi beyana nivîskî îfade kir ku hê firsendeke hikûmeta lihevkirinê heye ku li ber xelkê Filistînê wezîfeya xwe li gorî heqqanîyetê pêk bîne.

Hamas, hikûmeta lihevkirinê sûcdar dike ku li Ğezzeyê wezîfeya xwe tam nayne cî û bi şaxên wezaretan ên li Ğezzeyê re têkildar nabe.

Fetîh jî îddîa dike ku li Ğezzeyê hikûmeteke nexuyanî ya ku ji aliyê Hamasê ve tê îdarekirin heye.

Di 2ê Hezîranê de bi mutabaqata mîllî ya di navbera Hamas û Fetîhê de hikûmeta lihevkirinê, di serokwezîrtiya Ramî el-Hemdallah de hatibû avakirin.

cinarinsesi.com

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin