Mensûbên Pkkê li Dîyadîna navçeya Agirî, bi sîlehên otomatîk êrîşî qereqola cendermeyê kir. Di êrîşê de 2 esker birîndar bûn.
Di navbera Gimgima Mûşê û û Kanîreşa Çoligê de jî grûbekê rê girt. Kevir û molotof avêtin esker û agir bi tankera mazotê xistin. Tanker şewitî û paşê teqîya. Eskeran bi gazê midaxela grûbê kir. Di rê de gelek wesaît asê û mahsûr man.
Li Çoligê jî çekdarên Pkkê êrîşî karkerên ku di înşaeta rêhesin de dixebitîn kir. Di êrîşê de karkerek birîndar bû. Karkerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê û ameliyat kirin. Li ser hedîseyê ji bo girtina mensûbên Pkkê, operasyon hat rastkirin.
Li Cizîra Şirnexê jî grûbeke rûpoşandî, bi molotofan êrîşî merkezeke danûstendinê kir. Di êrîşê de zarokek birîndar bû. Zarok rakirin nexweşxaneyê, di marketê de şewat derket. Bi midaxela tîmên tefandinê şewat hat vemirandin. Li ser hedîseyê lêpirsîn hat destpêkirin.
Çınarın Sesi