Rahmet Gida Bankasî ya Qoserê rapora fealîyetên xwe eşkere kir

Rahmet Gida Bankasî ya ku li navçeya Qosarê ya Mêrdînê xebatên alîkarîyê dike rapora xwe ya du mehan bi raya giştî re parve kir.

Rahmet Gida Bankasî ya ku li Qoserê  ji jar û feqîran re alîkarîyê dike rapora fealîyetên xwe aşkere kir. Di raporê de hat diyar kirin ku di nava mehên adar û nîsanê de ji jar û ketîyan re bi tevahî 13 hezar û 46 lîre alîkarî hat kirin.

Di derbarê van xebatên alîkarîyê de serokê Rahmet Gida Bankasî Mehmet Şîrîn Oz xwe wiha ragihand:  Li dinyayê tiştî herî xweş alîkarî kirina malbatên mûxtac in. Lewra Pêxemberê me gelekî li ser zarokan disekinî. Em jî di vê rêyê de bi vê şîarê xizmetên xwe dikin. Nexasim ew malbatên xêrxwaz divê dema em arîkarîyan belav dikin li cem me bin da ku wê kêf û şahîyê bibînin. Lewra dîtin û gotin  tu car nabe yek. ”

Oz di dawîyê ragihand: “ Xwedê ji wan kesên xêrxwaz razî be. Mala wan ava be. Her wekî din ji kesên ku kêda wî di van xebatên alîkarîyê de hebe, Xwedê ji wan jî razî be. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar