Rakirina 8 Qanûnên Şoreşê

Çelîk:Qanûnên Ku Ne Li Gorî Rûhê Zeman In, Dibe Bên Guhertin

 Di dema avakirina cimhûriyetê de qanûnên şoreşê hatibûn çêkirin. Ji wê demê heta niha wan qanûn, di rêzik û esasiya qanûna dewletê de hene. Feqet êdî qenc tê fêmkirin û dîtin ku hinek ji wan ne li gor vê dewrê û başiya civakê ne. Mîna mecbûriyeta şebqeyê, yesaxa bikaranîna navên wekî “bey”, “paşa” û “haci”, yesaxa tekke û zaviyan dijî fitreta însan û menfîeta civakê ne. Heger îro bên tetbîqkirin, wê herkes henekên xwe pê bikin. Ji ber vê yekê li ser rakirina wan qanûnan xebat tê kirin.

Der barê rakirina van qanûnan de niqaş tê kirin. AKP dixwaze 4 qanûnên şoreşê rake. Bekir Bozdağ sînyala rakirina van qanûnan dabû. Ji ber vê yekê jî gazî CHPê kiribû. Berdevk û wekîlê serekê partiya AKPê Huseyîn Çelîk wiha got “Qanûnên ku di bin navê qanûnên şoreşê de hatine derxistin, ne li gor rûhê civak û zeman in, û di pratîkê de nayên tetbîqkirin, ji xwe wê çav li wan bê gerandin. Tu qanûn heta qiyametê dewam nake. Qanûn li gor hewcetiya dewrê tên derxistin.” www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin