Rapor Da Bersûcan

Feqet Mexdûrên Derbeya 12 Îlonê, Tu Rapor Ne Girtibûn

Wekî tê zanîn îro doza 12 Îlonê dewam kir. Mehkeme li hêviya raporê bû. Rapor ji tiba edlî hat. Di rapora tiba edlî de, wiha hat gotin "Talûka heyatî ya Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya hene. Nikarin beşdarî celseyê bibin. Bi ekîbên sihhetê re werin jî, dibe ku mudaxile têrê neke."

Li ser vê raporê, mehkema cezaya giran ya 12an ya Enqerê, qirar da ku Evren û Şahînkaya, sewkî nexweşxana bibin  daku bê fêm kirin gelo her dû bersûc bi ekîbên sihhetê werin mehkemê, wê ji bo wan talûka heyatî hebe an na. Mehkeme taloqî 14ê Îlonê bû.

Her wekî tê zanîn, di derbeya 12 Îlonê de, mexdûrên di bin çav û îşkenca de, di bin hepsan de, ne rapor û ne jî diktor didîtin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be