Rapora ILOyê a Li Ser Karkertiya Zarokan

Teşkîlata xebatê ya navnetewî ÎLOyê, bi minasebeta roja micadela bi karkertiya zarokan re, raporekê weşand. Di raporê de bal hat kişandin ku li seranserê dinyê 10 milyon zarok mîna koleyan tên xebitandin.

Teşkîlata xebatê ya navnetewî ÎLOyê, bi minasebeta roja micadela bi karkertiya zarokan re, raporekê weşand. Di raporê de bal hat kişandin ku li seranserê dinyê 10 milyon zarok mîna koleyan tên xebitandin.

Li gorî raporê zêdetirî 10 milyon zarokên di bin 14 salî re, di xebata karên baqijî, metbex, baxçevanî, avdanî, nêrîna yextiyar û kesên ji xwe biçûktir de tên mecbûrî kirin. Ev zarok bi piranî belaş tên xebitandin, di şertên bin standardan de tên şuxilandin û tehsîlê jî nabînin.

Teşkîlata xebatê beyan kir ku, bi amanca rê li ber vê rewşê bê girtin, divê qanûnên navnetewî hebin. Karkertiya zarokan li welatên feqîr zêdetir e. Hinek ji bo alîkariya malbata xwe dixebitin, hinek jî ji aliyê qeçexvanên însanan ve tên şuxilandin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar