Rapora Mirina Zarokan

Li gorî rapora UNICEFê, par 6 milyon û 300 hezar zarokên di bin 5 salî re can dane.

UNICEFê der barê bergiriya mirinên zarokan de, rapora xwe ya salane bi qamûyê re parve kir. Li gorî raporê par li seranserê dinyayê ji her hezar zarokî, 46 zarokan can dane. Ev rêje di sala 1990î de 90 bû.

Her wiha li gorî raporê par 6 milyon û 300 hezar zarok bi piranî bi nexweşiyên ku dikarin bên tedawîkirin can dane. Ev hejmar li gorî pêrar nêzî 200 hezarî hindiktir e û nîva hejmara mirinên sala 1990î ye. Lê dûrî armanca ku di sala pêş de bi qasî ji sisêyan dudu kêmasî çi bibe ye.

Di nav welatên ku herî zêde mirina zarokan li wan diqewimin Hindistan û Nîjerya hene. Mirinên li her du welatan, ji sisiyan yekê hejmara tevahiyê ye. Li gorî rêjeyê, hejmara herî zêde ya mirina zarokan li Angolayê pêk tê ku ji her hezar zarokên diwelidin, 167 zarok can didin.

Li herêma sehraya li jêra Efrîkayê, ji her hezar zarokî 92 zarok can didin. Ev rêje li Amerîkayê 7 e. Sebebên serekên ên mirina zarokên di bin 5 salî re jî zaturre, ‘emel û ta ne. Ev her sê nexweşî, sedema mirina nêzî ji sisiya yekê tevahiya mirinan in.

Di nav sedemên din ên mirina zarokan de jî, xwarina bêqîm û komplîkasyonên hemildanînê hene.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da