Almanya di peydekirina pêdivîyên zarokên multecî de di sinifê de ma.
UNİCEFa Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, di heqê zarokên multecî yên li Almanyayê dijîn de raporek amade kir. Rapor bi civîna medyayî hat beyankirin.
Di raporê de hat gotin ku li Almanyayê ji 3an yekê multecîyan zarok in û li welêt nêzî 65 hezar zarokên multecî hene.
Di raporê tê îfadekirin ku zarokên multecî ji dewletê têra xwe alîkarî nabînin, heq û pêdivîyên wan bi tiştekî nayên hesibandin.
Her wiha hat gotin ku rewşa zarokên multecî ji aliyê civak û siyaset û îdareyên herêmî ve nayê dîtin, li welêt guhnadin heqê zarokan.
Di raporê de hat destnîşankirin ku di warê perwerdeyê de jî kêmasiyên zarokan hene, di mekteban de bi rihetî ji zarokan re cî nayê dîtin, qursên zimanê têra xwe tune ne, ji lew zarok muxtacê kesên din dibin.