Şeyhmus Alpsoyê ku di fermana ku di navbera salên 1990 û 2000an de li dijî Mislimanan hatibû rakirin de hatibû girtin ev 17 sal e ku girtî ye. Alpsoyê ku bi komplo û kumpasan 17 sal e di girtîgehê de tê girtin di girtîgehê de bi êşa qenserê ket.
“Ji ber îhmalan nexweşiya Alpsoy pêşve çûye”
Parêzer Hasan Bozdaş di derheqê muwekkîlê xwe Şeyhmus Alpsoy de destnîşan kir piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ji Enqerê neqlî Tekîrdagê kirine. Bozdaş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî ku Alpsoy sewqî Tekîrdagê kirin re him me û him jî malbata wî di dema hevdîtinan de me dît ku nexweşiya wî heye. Alpsoy ji bo van êşên xwe ji îdareya girtîgehê teleb kir ku biçe nexweşxanê, lê girtîgeh vê teleba wî red kir. Di Girtîgeha Tekîrdagê de gelek nexweş hene û ravîr têra wan nake. Ji bo nexweşek derkeve revîrê 10-15 rojan disekine. Alpsoy jî bû qurbanê vê yekê. Him wî nebirin revîrê û him jî nebirin nexweşxanê.Gelek îhmalên cîddî hene. Di encama vê yekê de Alpsoy gelek êşan kişand.Şevekê êşa wî lê zêde kir û ew û bavê xwe bi piyan li derîyan dan. Wê şevê rewşa wî pir nebaş bû û wî rakirin acîlê û tomografiya wî kişandin. Encamên tahlîlan nehiştin şanî doxtoran bidin û ji ber vê yekê hinek nexweşiyên pê re dereng hatin hînbûn. Mehek ji ser vê yekê derbas bû û wî dîsa acîl rakirin nexweşxanê. Ameliyat bû û di encama lêkolînên ku hatin kirin de hat hînbûn pê re êşa qenserê heye. Alpsoy berî ku bikeve vî halî him ji me re him jî ji malbata xwe re êş û nexweşiya xwe got û destnîşan kir îdareya girtîgehê wî nebiriye nexweşxanê û nehiştine derkeve revîrê jî. Di encama van îhmalan de nexweşiya Alpsoy lê zêde kir.”
“Em dibînin ku li Girtîgeha Tekîrdagê him di warê tenduristiyê û him jî di qadên din de îhamalên pir ciddî hene.”
Bozdaş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di bin van şertan de ne mimkûn e ku nexweşiya Alpsoy bê dermankirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez ji van êş û nexweşiyên muwekkîlê xwe re şahid im û min bi xwe çend caran ji bo vê yekê xwest bi îdareya girtîgehê ter hevdîtinê bikim. Lê belê ev hevdîtin çênebû, tu kes bi min re hevdîtin nekir. Tenê gardiyan bi min re muhattab bûn. Ez bawer dikim ku telebên min negihaştin cihê xwe. Dîsa muwekkîlê min nêzî 6 mehan nikaribûn bi tu kesî re hevdîtinê bikin. Her wiha di çend mijarên din de jî îhmalên îdareya girtîgehê hene ku ev yek jî nîşan dide li Girtîgeha Tekîrdagê him di warê tenduristiyê û him jî di qadên din de îhamlên pir ciddî hene. Em ê bibin taqîbkerê vê mijarê. Em heqê xwe li merciyên hiqûqê bigerin.”
“Rayedarên girtîgehê ji pêşveçûna nexweşiya Alpsoy mesûl in”
Bozdaş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir rayedarên girtîgehê ji pêşveçûna nexweşiya Alpsoy mesûl in. Bozdaş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îdareya girtîgehê Alpsoy nebir nexweşxanê, nederxist revîrê û tetkîkên wî nekirin, her wiha tektîkên wî nebirin ji doxtor re û bi doxtoran nedan tesdîqkirina. Ji ber van sedema dereng haya wan ji nexweşiya Alpsoy çêbû. Ji ber vê yekê rayedarên girtîgehê ji pêşveçûna nexweşiya Alpsoy mesûl in. Divê hisabê vê yekê him bi lêpirsîna îdarî û him jî bi ya edlî bidin.”
Bozdaş di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir Mehmet Emîn Alpsoyê 70 salî yê ku bavê Şeyhmus Alpsoyî ye jî pir nexweş e.
Bi dehan kesên Misliman ên mîna Musa Ozer, Ahmet Şahîn, Seyît Elî Demîryol, Cahît Durmaz û Huseyîn Alabalik ji ber nasnameyên xwe ya Îslamî bi hincetên cûrbecûr û neheq hatibûn girtin di girtîgehan de nexwşe ketin û ji ber ku di wextê wê de nehatin tedawîkirin jiyana xwe ji dest dan.
ÎLKHA