Rayedarên HAMASê Mansur Bureyk: Ew ê şûrê Qudsê nekeve nav kalana xwe

Mansur Bureykê ji rayedarên HAMASê ya ku beşdarî daxuyanîya çapemenîya komî a ku li Xezzeyê bû û ji bona berxwedana Filistînê alîkarîyê xwest, got ku ew ê şûrê Qudsê nekeve nav kalana xwe.

Bureyk, doh di seatên êvarê de li bajara Rafaha ku li başûra Xezzeyê ye bi armanca Qudsê, Mescîdî Eqsayê û Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye alîkarî bê kirin daxuyanîyeke çapemenîya komî li dar xist.

Bureyk di daxuyanîya xwe de weha got, “Ew ê şûrê Qudsê nekeve nav kalana xwe û îro jî bi şeklê tezî tê girtin. Divê ku ji êrîşên provokotîf a ku rejîma îşxalker li Şerîaya Rojava dike re misaede neyê dayîn. Berxwedan, bijartina xelqê me yê ku mafên xwe, îlkeyên xwe yên Îslamî û netewî qebûl nakin ku bikin meseleya bazarîyê ye.”

Bureyke di berdewama daxuyanîya xwe de bang li xelqê ku li bajarên Şerîaya Rojavayê ne kir û got ku bila alîkarîyê ji berxwedana ku li Nablusê tê dayîn re bidin û di berdewama daxuyanîya xwe de weha got:

“Yekîtîya netewî jî li gorî tercîha berxwedanê rê digre. Ez qerarîya ku li Mescîdî Eqsayê û li Qudsê tê dayîn pîroz dikim. Ji bona ku pêşîya fealîyetên provokatîf û êrîşên a şênîyên tund bên girtin divê ku hejmarê rîbatên ku li Mescîdî Eqsayê ne bê zêdekirin. Ji welatên Erep û Îslamê re jî bang dikim ku bila ji bona Mescîdî Eqsayê dest bi hereketê bikin û minaseberên xwe yên bi rejîma îşxalker re jî bi lez û bez qut bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye