Rayên Rûhanî gîhaşt 23 mîlyonê

Elî Esxer Ehmedî Serokê Saziya Hilbijartinê ya Mezin a Îranêdest nîşan kir ku di hilbijartina serokomariyê de serokê niha ya Hesen Rûhanî, ji 22 mîlyon û 796 hezar kesan deng standiye. Rûhanî, di beriya vê hilbijartinê de18 mîlyon û 613 hezar ray standi b

Elî Esxer Ehmedî Serokê Saziya Hilbijartinê ya Mezin a Îranê, di hilbijartina serokomariya 12mîn de belavbûna  40 mîlyon  û 76 hazar û 729 rayan agahî da.

Ehmedî got, Hesen Rûhanî heta niha ji 40 mîlyon 76 hezar û 729 dengan ji 22 mîlyon û 796 hezar û 468 hilbijêran ray sitandiye.

Ehmedî dest nîşan kir ku 38 mîlyon û 914 hezar û 470 ray derbasdar e û ji endaman Seyyîd Îbrahim Reyisî 15 milyon  û 452 hezar 194, Seyyîd Mistefa Mîrselim 455 hezar û 211 û Haşemî Taba 210 hezar û 597 deng standiye.

Serokomar Rûhanî, di beriya vê hilbijartinê de bi18 mîlyon û 613 hezar rayan wek serokomar hatibû hilbijartin.

Ehmedî her wiha got dê encamên teqez saet di 12.30 de bên eşkerekirin.

Li gor makezagona Îranê ji endaman, kî ji sedî 50 zêdetir dengan bistîne di tûra ewil da wê ji bo serokomariyê were hilbijartin.   (ÎLKHA)


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe