Rê Bûn Gola Xwînê

Rê Bûn Gola XwînêDi Qezayên Trafîkê De Zêdetirî 23an Mirî

Li Tirkiye, riyên bajaran, ji qezayên trafîkî nabin xalî. Her sal bi hezaran însan dimrin, çend qatê wan jî seqet dimînin. Xisara maddî jî nayê gotin. Geh ji şofêran geh ji rê û afatan, bi gelek sebeban, bi hezaran însan dimirin, mexdûr û şerpeze dibin. Digel ewqas qezayan, tedbîr û tevdêrên tên kirin jî, gelekî hindik in.

Xeberan dîsa qezayên trafîkê, diyar kirin. Di hukmê rojekê de, di qezayên trafîkê de yê li Edenê, Konya, Meletê, Manîsa, Denîzlî, Îzmîr, Karaman û Duzceyê, 23 kes mirin, bi dehan jî birîndar bun.

Ji ber hadîseyan, rê çendakî hatin girtin. Ji bo xelasiya birîndaran, xebatên dijwar hatin kirin.

Carna di qezayan de heywan jî nisîbê xwe ji mûsîbeta distînin. Hat gotin ku 140 mêşin, di hundirê tirekê de, ji ber germahî û bêhewayî, bi ser hev de mirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin