Reaksiyona Li Hember Îfsada Li Paytexta Kurdistanê

Suha Ozgermiyê ku bi sazkirina pêşbirkên xweşikahiyê tê naskirin, beyan kiribû ku wê di 7ê Nîsanê de li Diyarbekira bajarê pêxember û eshaban, pêşbirka mîrbanûya medeniyetan li dar bixe.

Suha Ozgermiyê ku bi sazkirina pêşbirkên xweşikahiyê tê naskirin, beyan kiribû ku wê di 7ê Nîsanê de li Diyarbekira bajarê pêxember û eshaban, pêşbirka mîrbanûya medeniyetan li dar bixe. Xweşik kifş û eşkere ye ku, meqseda van pêşbirkan îfsad û xerakirina civak û ciwana ye.

Millet û saziyên sivîl yên Diyarbekir li ber vê şola îfsad û xerabiyê tepkî nîşan didin. Naxwazin ku xerabiyên wiha li dijî exlaq û terbiya millet, li bajêr bê rastkirin. Her wiha îfade dikin ku, şolên wiha mexsûs li bajar û mekanên mubarek tên kirin da ku, me’newiyeta millet xera bikin.

Li aliyê din platforma heq û azadiyên însanî ya Marmarayê MÎNHAP jî li ber vê şola xerab tepkî nîşan da. Platformê da zanîn ku di meha wîladeta pîroz a pêxemberê me de, rastkirina vê şola îfsadê, bi plan tê kirin. Platformê vê şola xerab telîn kir.

Platformê di beyana xwe de wiha got “Ev şola îfsadê, bêedebî, bêheya li xelkê Diyarbekir yê dîndar heqaretê dike. Ozgermî 66 sal berê li Diyarbekir hakimtî dikir. Ew çax zulma li millet ne bes, niha jî vê çîrkefê rast dike. Em gazî serekcimhûr, serekwezîr dikin ku bila nehêlin melanetên wiha li bajarê pêxember û eshaban bê kirin. Em vê bêexlaqiya pêşbirka mîrbanûya medeniyetan telîn dikin.” bangaheq

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar