Li welatekî Misliman û muhafezeker ji ber ku kovara Girgirê ya ku kovara ‘mîzah’ê ye karîkatureke ku tê de heqaret li Hz. Mûsa dihat kirin weşand ji kovarê gelek reaksîyonên tund tên nîşandan.
Her weke tê zanîn berî niha li gelek welatên Ewrûpayê heqaret li Rêsûlê Xwedê û nirxên Îslamê hatibûn kirin û ev yek li temamê alema Îslamê bûbe sedema înfîaleke mezin. Digel zanebûna vê hesasiyetê li welatekî ku xelkê wê Misliman e kirina heman tiştî bû sedema reaksiyonên tund.
Nexasim li ser medyaya civakî ji karîkatur û ji kovara ku wê daye weşanê re gelek bertekên tund tên nîşandan.
Ji rexekî ve rewşa tevliheviyê di serî de li Sûriyê û bi tevahî jî li alema Îslamê ji teref emperyalîstan ve tê xwestin ku mezin bibe û ji rexê din vê jî di heyameke hesas a ku dê tê de bi referandûmê guherîna makeqanûnê bê guhartin de weşandina karîkatureke bêexlaq û bêperwa wek teşebûseke provakatîf tê xwendin.
Weke ku tê zanîn di van rojên borî de êrîşên devkî û fizîkî li qîzên bihîcab hatin kirin û ji ber vê yekê jî ji teref civakê ve gelek bertekên tund hatin nîşandan. Hesasiyeta civakê di holê de ye û kovara bi navê ‘GIRGIR’ê karîkatureke wisa dide weşandin. Digel vê zanebûnê bi weşana karîkaturê pirsa gelo tê xwestin bi vê yekê projeyek bê tetbîqkirin.
Kovara ‘GIRGIR’ê berî niha jî di hejmarên xwe de karîkaturên ku tê de heqaret li Resûlê Xwedê û li nirxên Îslamê dihatin kirin hatibûn weşandin. Lê karîkatura herî dawî ne wek wan yên din e û ji karîkaturê zêdetir bi şikleke eşkere tê de sihêv tên kirin.
Elbet ev êrîşên ku li Îslam û şîarên Îslamê hatine kirin ne yên ewil in. Her weke ku dê bê bîran di sala 2015an de li Fransayê kovara bi navê Charlîe Hebdo karîkatureke ku tê de heqaret li Hz. Muhammed dihat kirin dabû weşandin. Piştî weşana vê karîkaturê înfîalek çêbûbû û dû re êrîşa çekdarî li kovarê hatibû kirin. Piştî vê bûyerê Rojnameya Cumhuriyetê ji bo bide nîşandan ku ew piştevaniya Charlîe Hebdo dikin karîkatureke mîna ya wan dabû weşanê.
Ev jî nebes bû ku ji nivîskarên bi navê Ceyda Karan û Hîkmet Çetînkayayê nivîskarên Rojnameya Cumhuriyetê e di quncikên xwe de karîkaturên ku di wan heqaret li Hz. Muhammed dihat kirin parve kiribûn.
Gelek rojnameyên mîna Rojnameya Ozgur-Gundemê çepgir-sekuler ê ku di nava saziyên çapemeniyê ya PKKê de ye û şaredariyên HDP/DBPê jî karîkaturên mîna van carcar di rojnameyan de dan weşandin û car caran jî bi bîldordan ve dan daleqandin.
Ev heqareta ku li Tirkiyê tê kirin ne nû ye, her weke ku dê bê bîran nivîskarê Rojnameya Aydinlik Azîz Nesî ji kitêba bi navê ‘Ayatên Şeytan’ a Selman Ruşdî îktîbasan kiribû û di rojnamê de dabû weşandin ku ev yek jî bûbû sedema reaksiyonên tund.
Ji vê heqarata ku hatiye kirin gelek bertek û reaksiyonên tund hatin nîşandan û ev bertek her ku diçe zêdetir dibe. Ji bertekên ku hatine nîşandan ev bertek balan kişand li ser xwe:
Serekşewirmendê Serokomar Îbrahîm Kalin: Nava vê yekê ne azadiya îfade û mîzahê ye; nevê vê yekê bêexlaqî û nefret e. Ez vê êrîşa ku li muqaddesatê hatiye kirin bi tundî şermezar dikim.
Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut: Ew heqareta ku ji teref Girgira musweddê ve hatiye kirin bi lêborînekê ku ji uzra wê ji qebahata wê mezintir nikare bê jibîrkirin û ji holê rakirin.
Abdurrahman Censê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Heqareta ku li Hz. Mûsa hatiye kirin bi eqilavêtinê nayê îfadekirin û xêzker,êdîtor û weşankarê wê nabe ku tev de dîn bûbin.(ÎLKHA)