Rêjeya bêkariyê hat eşkerekirin

Li Tirkiyê rêjeya bêkariyê di meha Tîrmehê de bû ji sedî 11,3.

Ji teref TUÎKê ve rêjeya bêkariyê ya meha Tîrmeha 2016an hat eşkerkirin.Li gor danayên TUÎKê li Tirkiyê hejmera kesên bêkar li gor heman meha sala borî 435 hezar  zêde bû  û derkete 3 milyon û 493 hezaran.Her wiha rêjeya bêkariyê di meha Tîrmehê de  li gor heyama par 1,2 pûan zêde bû û rêjeya bêkariyê bû ji sedî 11,3.

Rêjeya îstîhdamê jî ji sedî bû 46,7

Di heyama Tîrmeha 2016an de li gor heyama par hejmera kesên ku hatine îstîhdamkirin 323 hezar zêde bû û hejmar derkete 27 milyon û 473 hezaran. Rêjeya îstîhdamê bi vî awayî 0,1 pûan kêm bû û bû ji sedî 46,7.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye