Ji teref TUÎKê ve rêjeya bêkariyê ya meha Cotmehê ya sala 2016an hat eşkerkirin. Li gor danayên TUÎKê li Tirkiyê hejmera kesên bêkar li gor heman meha sala borî 500 hezar zêde bû û derkete 3 milyon û 647 hezaran. Her wiha rêjeya bêkariyê di meha Cotmehê de li gor heyama par 1,3 pûan zêde bû û rêjeya bêkariyê bû ji sedî 11,8.
Rêjeya îstîhdamê jî ji sedî bû 46,2
Di heyama Cotmeha 2016an de li gor heyama par hejmera kesên ku hatine îstîhdamkirin 411 hezar zêde bû û hejmar derkete 27 milyon û 267 hezaran. Rêjeya îstîhdamê bi vî awayî nehat guhartin û dîsa di rêjeya ji sedî 46,2an de ma.(ÎLKHA)