Rêjeya bêkariyê zêde bû

Li Tirkiyê rêjeya bêkariyê di meha Mijdara 2016an de 590 hezar zêde bû û hejmera bêkaran derkete 3 milyon û 715 hezaran.

Ji teref TUÎKê ve rêjeya bêkariyê ya meha Mijdarê ya sala 2016an hat eşkerkirin. Li gor danayên TUÎKê li Tirkiyê hejmera kesên bêkar li gor heman meha sala borî 590  hezar  zêde bû  û derkete 3 milyon û 715 hezaran. Her wiha rêjeya bêkariyê di meha Mijdarê de  li gor heyama par 1,6 pûan zêde bû û rêjeya bêkariyê bû ji sedî 12,1.

Rêjeya îstîhdamê jî ji sedî bû 45,8

Di heyama  Mijdara 2016an de li gor heyama par hejmera kesên ku hatine îstîhdamkirin 391 hezar zêde bû û hejmar derkete 27 milyon û 67 hezaran. Rêjeya îstîhdamê bi vî awayî nehat guhartin û dîsa di rêjeya ji sedî  45,8an de ma.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin