Hat ragihandin Hikûmeta Misirê ya ku di bin îdareya Sîsiyê darbeker de ye du giravên stratejik ên bi navê Tîran û Sanafîr dê bide birêveberiya Erebîstana Siûd, ji bo vê yekê di parlementoyê de dengdayîn hat kirin. Berî niha ev qerara dayîna giravan ji teref Sîsiyê darbeker ve di Nîsana 2016an de hatibû daxuyandin û ev yek bûbû sedema bertekên tund.
Ev her du giravên ku dê ji Erebîstana Siûd re bên dayîn di xalake stratejik de ne û berî niha di derbarê van her du giravan de di warê aîdiyetê de gelek nîqaş hatibûn kirin. Her wiha ji ber vê qerara ku hat dayîn Sîsiyê darbeker bi sûcê firotina giravan tê sûcdarkirin. (ÎLKHA)