Rejîma îşxalker êrîşî Cenînê kir: 9 şehîd 20 birîndar

Rejîma îşxalker a sîyonîst di seatên serê sibeyê de êrîşî Cenînê kir, di encama êrîşê de 9 Filistînî şehîd bûn û 20 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filsitînê ve hat belavkirin hêzên rejîma îşxalker a sîyonîst di seatên sibeyê de êrîşî Kampa Miltecîyan a Cenînê kirin. Di encama êrîşê de hejmarê şehîdan derket 9 kesan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ku yek ji şehîdan pîrekeka îxtîyar e, 20 kes birîndar bûne û rewşa hinekan jî giran e.

Hat îfadekirin ku nasnameya şehîdek hat aşkerekirin û navê wî jî Saib Isam Mahmud Azrikiyê ciwaneke 24 salî ye.

Hat daxuyandin ku rewşa Cenînê krîtîk e û di encama êrîşê de gelek zarok jî ji ber bombeyên xazê tesîrdar bûne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin