rejîma terorê Îsraîl Xezê da ber bomban

Îsraîla rejîma terorê bi balafirên cengê Xeza da ber bomban. Hamas wek hişdarî diyar kir heke êrîş bidome dê ew jî bersiva vê çêrîşê bidin.

Îsraîla dagirker a rejîma terorê rojhilat û başûra Xezê bi balafirên cengê da ber bomban. Balafiran li zeviyên çandê yên xwediyê hêzên tekoşînê li beldeya Beyt Lahîyayê da ber bomban.

Hat destnîşankirin ku zeviyên çandê gelek xisarê dîtine. Her wiha 3 hedefên aîdê Hamasê jî da ber bomban. Berdevkê Wezîrtiya Tendirûstiyê Dr. Eşref wiha ragihand: “Heta niha kesên ku ji ber êrîşên Îsraîlê birîndar bune di nexweşxanê de tune.”

Ji Hamasê hişdarî

Her wiha Hamas di derbarê êrîşên ku hatine lidarxistin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê ev êrîş bê bersiv nemîne.

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Êrîşên Îsraîlê ya ku li dijî Xezeyê zêde dike xeternak e û divê demildest were sekinandin. Îsraîl hewl dide sûc û zulmên ku li dijî girtiyên Filîstînî û Mislimanên li Qudsê lidar dixe vedişêre. Ji ber vê yekê rejîma dagirker a Îsraîl faîlê sereke ye. Heke êrîşên xwe bidomîne dê ev bê bersiv nemîne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye