Rejîma terorê xortekî din ê Filistînî qetil kir

Şebekeya terorê ya siyonîstli beldeya el- Ayzeriyyeya Qudsêxortekî din ê Filistînî şehîd kir. Her wiha hat ragihandin 67 kes jî di êrîşan de birîndar bûn.

Weke ku tê zanîn ji teref şebekeya terorê ya siyonîst ve li Mescîda Eqsayê kirina îbadetê hat astengkirin û di hewşa mizgeftê de 3 xort hatin şehîdkirin. Filistiniyên ku xwestin van tehdayî û zilmên îsraîlê siyonîst protesto bikin xwepêşan li dar xistin. Şebekeya terorê êrîşî xwepêşanên ku li beldeya el-Ayzeriyyeya Qudsê hatin kirin kir. Di êrîşên ku hatin kirin de xortekî bi navê Yûsif Kaşurê 24 salî şehîd bû û 67 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Tenduristiyê ve hatiye dayîn de hat ragihandin xortê ku di encama êrîşa siyonîstan de ji sînga xwe giran birîndar bûbû li Navenda Tipêya Filîstînê ya li Ramallahê jiyana xwe ji dest da.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe