Rektorê Zanîngeha Şirnexê ji ber qrîza qelb jiyana xwe ji dest da

Prof. Dr. Mehmet Nûrî Nasê ku Rektorê Zanîngeha Şirnexê ye ji ber ku qrîza qelb derbas kir wî rakirin nexweşxanê. Nasê ku hat rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Prof. Dr. Mehmet Nûrî Nasê ku Rektorê Zanîngeha Şirnexê ye, îro derdora seat 14.00an de ji ber ku qrîza qelb derbas kir wî rakirin nexweşxanê. Nasê ku hat rakirin nexweşxanê piştî midaxeleya ewil bi helîkoptera eskeriyê hat birin Nexweşxaneya Dinyayê ya Taybet a Êlihê.

Nas li vê derê digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Tê diyarkirin ew ê derheqê mirina rektor de îdareya nexweşxanê daxuyaniyê bide.(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin