Rektortiya DUyê destûr neda bernameya bi navê ‘Şehadet’ê

Rektortiya Zanîngeha Dîcleyê destûr neda bernameya bi navê ‘Şehadet’ê yê ku dê di Zanîngeha Dîcleyê de ji teref Klûba Bîlge Gençlîkê ve bihata lidarxistin.

Wek ku tê zanîn Klûba Bîlge Gençlîkê yê ku bernameyên îslamî lidar dixe navdar bûye. Klûba Bîlge Gençlîkê ji bo ku bernameyekê bi navê ‘Di Dîroka Me yê Nêzik de Rêberên Şehîd’ê lidar bixistibana. Lê ji teref Rektortiya Zanîngeha Dîcleyê ve dîsa  destûr ji bernameyê re  nehat dayîn.

Rayedarên Klûba Bîlge Gençlîkê daxwaziya xwe yê lidarxistina bernameya bi navê ‘Di Dîroka Me yê Nêzik de Rêberên Şehîd’ê di 9 Sibatê de ji Rektortiya Zanîngeha Dîcleyê re agahdar kirin. Ji ber ku Rektortî bersîva vê yekê nedaye Klûba Bîlge Gençlîkê daxuyaniyekê çapemeniyê weşand.

 “Dê zirarê Hasan El Benna, Metîn Yuksel û Malcolm Xî ji kê re hebe”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku meha Sibatê ji bo alema Îslamê  pirr girîng e. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Gelek alimên Îslamê di vê mehê de hatin şehîd kirin. Hasan El Benna, Metîn Yuksel, Malcolm X, Atif Xoceyê Îskîlîpî, Esad Erbîlî, Abbas Musavî û hwd. Wek Klûba Bîlge Gençlîkê me biryar dabû ku em di derbarê giringiya vê mehê de bernamekê lidar bixin. Lê di gel bê binasî û hincet Rektortiya Zanîngeha Dîcleyê destûr neda ku em vê bernamê lidar bixin.”

 “Me da nîşanî hemî kesan da ku me heta îro serî li ber zorî û tehekûmiyê netewandiye”

Di daxuyaniyê de hay diyar kirin ku ev helwesta zanîmgehê dê tu wext ji wan re nebe astengdar. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Em dê bernameyê xwe yên Îslamî bi şiklekî zêde kirî bidomînin. Wek Klûba Bîlge Gençlîkê me da nîşanî hemî kesan da ku me heta îro serî li ber zorî û tehekûmiyê netewandiye.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye