Reva Ji Iraqê Didome

Lı ıraqê jı ber şerê dı navbera dîşı û pêşmergeyan de, rev dıdome. xelkê herêma sîncarê, jı ber pevçûnan ber bı herêma kurdıstane ve dıreve. lı alîyê dın bı sedan kesên ku nızanın wê bı ku de bırevın, lı herêmên sînorên ıraq û sûrîye dısekının.

Li Iraqê ji ber şerê di navbera DÎŞI û Peşmergeyan de reva ji welêt didome.
Multecîyên ku di derîyê sînor ê Fîşhabûra Iraq û Sûrîyê re derbas dibin, ji ber ku qamp, mekteb û park tijî ne, li sînor di bin germahîya dijwar de li hêviya çareyekê disekinin. Pirê multecîyên ku ji zinarên Sîncarê peya hatine deriyê sînor, zarok û extîyar in ku ji ber şertên dijwar herî zêde diêşin.
Gelekê wan piştî 8 saetan, bi meşê tên ber sînor, wezîfedarên alîkarîyê ên Neteweyên Yekbûyî li wan av û xwarinê belav dikin.
Penaber ji alîkî ve li cihê ku wê lê bimînin digerin, ji alîyekî ve jî li merivên xwe yên ku revîyane herêmê digerin. Ji bo multecîyan, wê ji bilî Zaxoyê, li Duhok, Semel û Batelê jî hewl bên dayîn ku cihê mayinê bên peydekirin.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"