Rêwiya ku dixwast nimêj bike wek ‘FETOyîst’ hat sûcdarkirin

Serokê Lijneya Birêveberiya Bi Rûmet ê Damezrîner ê Metro HoldîngêGalîp Ozturk rêwiya dixwast ku nimêj bike û ji ber vê yekê vê teleba xwe ji şiferê otobusê re got û qeyd kir wek ‘Gemara FETOyîst a xaîna welêt’ wesfand ku ev yek jî bû sedema bertekan.

Di wan rojên borî de di otobuseke ku aîdî Metro Turîzmê ye de di navbera rêwiya pîrek û şofêrê otobusê de nîqaş derket. Lewra rêwiya pîrek ji şofêr teleb kir ku ji bo kirina nimêjê mola bide, lê belê daxwaza rêwiya pîrek ji teref şofêr ve nehat qebûlkirin ku ev yek jî bû sedema nîqaşê. Rêwiya pîrek a ku dixwast nimêja xwe eda bike nîqaşên di navbera xwe û ya şofêr de qeyd kir.

Pîreka ku ji teref şofêrê Metro Turîzmê ve hatiye mexdûrkirin diyar kir di 6ê Hezîranê de ew ji seat 14.30an heta 17.00an bi şofêrê otobusê re micadele kiriye. Rêwiya pîrek dû re wiha got: “ Nêzî 2 seatan min ji şofêrê otobusê xwest ku bisekine da ku ez nimêja xwe bikim. Ji min re got ku ew ê otobus ji bo nimêjê nesekine; ger îxtiyaca wan a destevê hebe ew ê bisekinin. Li ba va n qiymeta nimêjê bi qasî tuwaletê nîne.”

Di vîdyoya ku hatiye kişandin de tê dîtin pîrek wisa dibêje “Ez ê vê vîdyoyê bidim weşanê, te bi zanebbûn ji bo nimêjê nesekinî û te ji bo tuwaletê sekinî. Min ji te re gotibe ji bo tuwaletê bisekine ew ê tu sekinîbana. Te ji bo nimêjê nesekinî. Gelo li ba we qedr û qiymeta nimêjê bi qasî tuwaletê tuneye?” Ji ber ku pîrek van tiştan got şofêrê otobusê got ku ‘navê wî Alî Demîr e û tu dixwazî li kû derê vê dîmenê bide weşanê bide weşanê.’

Piştî vê bûyera ku qewimî re gelek welatî ji rewşê bertekên tund nîşan dan. Ji ber bertekên ku hatin nîşandan Serokê Lijeya Birêveberiya Bi Rûmet yê Damezrîner ê Metro Holdîngê  Galîp Ozturk di derbarê mijarê de daxuyanî da. Serokê Lijneya Birêveberiya Bi Rûmet yê Damezrîner ê Metro Holdîngê  Galîp Ozturk rêwiya dixwast ku nimêj bike û ji ber vê yekê vê teleba xwe ji şiferê otobusê re got û qeyd kir wek ‘Gemara FETOyîsy a xaîna welêt’ wesfand ku ev yek jî bû sedema bertekan.

Piştî ku bûyer derket holê bikarhênerên medyaya civakî ji rewşê re bertekên tund nîşan din û  nerazîbûnên xwe nîşan dan.(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe