Li ser gaziya Tirkiye, Emrîka û Qetarê, konseya heqên însanan ya dewletên yekbûyî, bi lez civiya. Di civînê de qetlîama ku li bajaroka Kusayrê pêk hatibû û rewşa însanî ya li Sûriyê hatin xeberdan. Di civînê de qirar hat dayîn û Sûriye hat şermezarkirin. Di beyana konseyê de hat îfadekirin û lomandin ku Sûriye li ser xelkê sivîl xelkê Kuseyrê jî tê de, fuzeyên balîstîk û çekên giran bi kar tîne. Divê li Sûriyê hemî alî dev ji şîddetê berdin.
Li ser mesela Sûriyê Îngîlîstanê jî, îddîayeke din pêş kir ku li Sûriyê rejîm li 3 herêman çekên kîmyewî bi kar tîne. Temsîlkarê Îngîlîstanê yê daimiyê dewletên Yekbûyî, di warê van îddîayan de mektûbekê ji Ban Kî-Mûn re şand. Di mektûbê de tê gotin ku, rejima Esedê zalim, di 24ê Adarê, 25ê Nîsanê û 29ê Nîsanê de li deverên ji hev cuda sîlehên kîmyewî bi kar anîne. Di vî warî de îddîa paşîn ji Le Mondeya qezeta Fransayî ve hatibû beyankirin.
Li aliyê din hat îddîakirin ku, wê li Urdunê bi 15 hezar eskerên 18 welatan, tetbîqatek bê lidarxistin. Di nav van dewletan de Tirkiye, Emrîka, Îngîltere, Qatar, Bahreyn, Kanada, Cimhûriyeta Çek, Misir, Fransa, Iraq, Îtalya, Lubnan, Pakistan, Polonya, Yekîtiya Emîrtiyên Ereb, Siûdî û Yemen hene. Tê gotin ku tetbîqat ji bo midaxela Sûriyeyê, mîna amadehiyê tê rastkirin. Tetbîqat di hefteya pêş de tê lidarxistin û du hefteyan dewam dike. Di tetbîqatê de ji manewrayên herbê heta amadehiyên alîkariyên însanî, di gelek warî de tê rastkirin. BANGAHEQ