Rewşa esnafê ber îflasiyê ve diçe

Esnaf Rihayî destnîşan kir ku ji ber şerê li herêmê îş êdî nayê kirin û bi sedan esnaf dikanên xwe asê kirine.

Esnafê Rihayê ji ber şer û pevçûnên li herêmç êdî nikarin dikanên xwe bidin xebitandin. Esnaf Rihayî destnîşan kir ku ji ber şerê li herêmê îş êdî nayê kirin û bi sedan esnaf dikanên xwe asê kirine.

Esnafê Rihayê de derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn. Esnaf diyar kir ku bi sedan dikan ji ber tunebûna îş hatine asêkirin.

Ji esnafê ŞURKAVê Mehmet Alî Keskînbiçak diyar kir ku îşê wan tune. Ji ber vê yekê gelek esnaf dikanên xwe asê kirine. Alî Keskînbiçak wiha axivî: “Niha li bazara ŞURKAVê de 50-60 dikan hene. ji van 10ê wê girtî ne. 10ê wê jî li ser camên wan wek ‘firoşî ye’ dinivîse. Wek esnaf em derdê hevdû dizanin. Dê 5-6 esnaf jî dev ji dikantiyê berdin. Hevaleke min ê ku dikana xwe girtiye hêj jî 690 TL pere dide midûrtiya ŞURKAVê. Lewra mecûrtiyeke wî heye. 10 sal berê qîmeta van dikanan 40-50 hezar TL bû lê niha tu kes bi 10 hezar TLyê jî nastîne.”

Ji esnafan Mehmet Çîftçî diyar kir ku ji ber pêvajoya şerî turîstên biyaênî nayên wir. Çîftçî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin bibêjin ku esnafê ŞURKAVê ji ber bê kartiyê mexdûr bûne. Rastî jî ji ber bûyerên terorî yên ku di van demên dawî de diqewimin di rêjeya turîstên biyanî yên ku dihatin Rihayê pir kêm bûye. Li bazara ŞURKAVê nêzî 10 esnafan dikanên xwe girtine.”

Çîftçî ragihand ku gor salên derbas bûye îsal karê wan kêmtir bûye. Dûvre Çîftçî wiha diyar kir: “Em dîsa kirêya xwe didin. Di Midûrtiya Vaqifan û Midûrtiya ŞURKAVê de daxistineke çênebûye. Ji xwe rewşa me di holê de ye. Em dayîna bac û kirêyên xwe didomînin. Meha derbas bû hinek hevalên ku di nav midûrtiyê de bûn hatin ji ber ku hinek esnaf kirêya xwe nedane. Ji ber vê yekê wan îxtarname dane. Wan diyar kirin heke heta dawiya vê mehê ev yek neyê dayîn dê dê wan bidin îcrayê.”

 “Kîtleya ku me li ser piyan digire turîstên mehelî ne”

Mehmet Alî Eskîlerê ji esnafê bazara ŞURKAVê diyar kir ku îşê wan sekinandî ye. Dûvre wiha axivî: “Ez li bazara ŞURKAVa Platoya Balikligolê esnaf im. Gor derên din ciyê me bilindtir e. Ji ber vê yekê mişterî herî dawî tê wira. Belkû bandora neyînî ya herî mezin me dîtiye. Em hêvîdar in ku rêvebir di derbarê vê yekê de tişteke bike. Reqlama vira kêm e. Walîtî an jî midûrtiya ŞURKAVê dikarin di derbarê vê yekê de alîkariya me bikin. Eê serbestiyeke çêtir dixwazin. Ji xwe em mexdûr in. Îşê me sekinandî ye. Niha ji esnafê bazara ŞURKAVê 10ê wî dikanên xwe girtine. Rewşa me baş nîne. Kîtleya ku me li ser piyan digire turîstên mehelî ne.”

Jı esnafan Şevket Korkmaz diyar kir ew ji ber bê kariya wan nikarin kirêya xwe bidin. Dûvre Korrkmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mêvan nayên Rihayê. Wekê ku hûn dizanin ji ber bûyerên Iraq û Sûrî, zulma li rojhilatê, teqînên li Stenbol û Enqerê gel tirsandiye. Newêrin ji malên xwe derkevin. Ji ber vê yekê wek esnaf rm ji vê yekê bandordar bûn.”

ÎLKHA























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye