7 şîrketên petrolê yên navneteweyî yên ku li Herêma Kurdistanê fealiyetan dikin, bi hinceta pevçûnên li dora Hewlêrê û êrîşên Emrîkayê yên li ser DÎŞIyê, fealiyetên xwe sekinandin û qirara ku xebatkarên xwe tehliye bikin dan.
Şîrketa Enerjiyê ya Emîrtiya Ebû Dabî, Chevron û Exxon di serî de 7 şîrketan dan zanîn ku li herêmên bi pirsgirêk hilberîna xwe sekinandine û dest bi tehliyekirina xebatkarên xwe kirine.
Misteşarê Wezareta Çavkaniyên Sirûştî Huseyîn Elî Belû nerazîbûn nîşan da û gazî kir ku şîrketên ku sehayên petrolê dixebitînin û şîrketên ku xizmetên sehayên petrolê dikin, bê kordînasyona bi wezaretê re tu gavan neavêjin. Misteşarê wezaretê wiha got: “Rewşeke wiha niha ew ê bibe sedema aloziyeke nehewce.”
Li aliyê din firokeya ku ji bo alîkariya êzîdiyan çûbû hêla Şengalê ket xwarê. Hat gotin ku Parlementerê Êzdî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Viyan Dahil, penaber, rojnameger bi tevahî 20 kes di firokeyê de bûn û firok li pêşa Çiyayê Şengalê, ji ber erîzeyeke teknîkî ketiye xwarê. Di qezayê de pîlot mir û yên din birîndar bûn.
Çınarın Sesi