Rewşa Huseyîn Akbalik giran dibe

Huseyîn Akbalikê ku mehkûm e ji ber ku rewşa wî nebaş bûbû wî rakiribûn nexweşxanê ku a niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê di beşa lênêrîna giran de tedawiya wî berdewam dike.

Huseyîn Akbalikê ku berî vê 24 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hat girtin û gelek zêde îşkence lê hat kirin jê re 24 sal cezaya muebbet hatibû dayîn. Huseyîn Akbalik berî vê çendakî ji ber ku nexweşiya wî lê zêde bû li nexweşxanê ji ber tumora mêjiyê ameliyat bû û  dûv re qerar hat dayîn ku Huseyîn Akbalik heta 3 mehan li malê tedawî bibe.

Huseyîn Akbalikê ku tedawî dibû ji ber ku ji nişka ve rewşa wî giran bû wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.Hat hînbûn rewşa Huseyîn Akbalik nebaş e û her diçe rewşa wî nebaş dibe.

Di derbarê rewşa Akbalikî de kekê wî Cuma Akbalik destnîşan kir rewşa wî nebaş e  û ew ji bo Huseyîn ji temamê Mislimanan duayê teleb dikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye