Rewşa ‘Iraqê Germ e

Pêşmergên Herêma Kurdistanê Di Alarmê De Ne

 Gengeşiya di navbera herêma Kurdistan û îdara İraqê de berdewam e. Li gor xeberên herêmê her dû alî jî esker û techîzatan sewkî sînorên herêmê dikin. Hat îfade kirin ku serokê herêmê Mesûd Barzanî, emir daye hêzên pêşmerge ku gava hêzên Dîcleya îdara İraqê têkevin Kerkûkê, dikarin êrîşî wan bikin. Tanq û zirxiyên pêşmergeyan sewkî Dûzxormatûyê dibin.Hêzên pêşmerge li bakura Kerkûkê bicîh bûne.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, der heqê vê gengeşiyê de wiha got “Kurd ji bo morkirina girêbestên çekan, ji ordiya İraqê natirsin lê belê, ji zihniyeta ko li pişt wan çekan e ditirsin. Mesele ne pirseke şexsî ye ku ez tenê pê rabim, mesele miletekî eleqe dike û nikarim çavê xwe jê re bigrim. Netîce çi dibe bila bibe, em ji ya xwe nayên xwar û divê hêza Dîcleyê bê hilweşandin.”

Ji bo daxistina tansiyona di navbera wan de, teşebbus tên kirin. Lê tansiyon hê germ e. Hêla herêmê diyar dike ku Malikî dixwaze petrola herêmê têxe bin kontrola xwe. Malikî jî îddîa dike ku dixwaze emniyeta bajarên Kerkûk, Diyala û Selaheddînê pêk bîne. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar