Rewşa Kurdên Sûrî

Siyasetmedarek Hat Kuştin Ypg Ji Konseya Kurdan Veqetiya

Li gor xeberan hat gotin ku li Sûriye li bajarê Serê Kaniyê siyasetmedarê kurd Mehmûd Wali roja pêncşemê, li ber pêşiya nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurd ya Sûriyê, ji teref kesên nenas ve hat kuştin. Li ser kuştina wî, li bajêr hadîse qewimîn. Xelkê hêrsbuyî tepkî nîşan da. Kesên nêzî Mehmûd Wali, îfade kirin ku ji zû ve Mehmûd Walî ji teref partiya PYDê ya ku bi PKKê ve girêdayi ye, ve dihat tehdît kirin. Wekî tê zanîn berî niha siyasetmedarê Kurd Meşal Temo jî bi vî awayî hatibû kuştin.

Mehmûd Walî mensûbê Koma Ciwanên Şoreşê û endamê sekretariya giştî ya ENKS-ê bû. Par ew û aktîvîstê siyasî Mihemed Yûsiv Biro, ji aliyê çekdarên PYD-ê ve hatibûn revandin û rastî lêdanên dijwar hatibûn. PYD-ê ewçax vî tiştî red kiribû.

Li Serê Kaniyê PYD wekî mitefiqa rejîma Sûriyeyê tê dîtin. Ji lew gumana xelkê ji PYD-ê heye ko destê wê di vê kuştinê de hebe.

Li aliyê din hêzên çekdar YPG ya PYDê, ji Konseya bilind ya Kurdên Sûriye veqetiya. Yekîneyên Parastina Gel YPG beyanatek weşand û îfade kir ku wê êdî guhnede qirarên konseya Kurd.  Yekîneyên Parastina Gel hêzeka çekdar ya PYD/PKK-ê ye û li Sûriyeyê û Kurdistana Sûriyeyê wekî hêzeka mitefiqa rejîma Beşar Esed tê qebûl kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be