Rewşa Sûrîye

Di Êrîşên Zalim Esed De Nêzîkî 100 Kesî Hat Kuştin

Li Sûrîye Artêşa Esed êrîşên xwe didomîne. Artêşa Esed dîsa bajarên ku tê de muxalif zêdene bombebaran kir. Li gor hatiye hînkirin di encama êrîşên ‘esker û teyarên Esed de gelek kesî can daye.

Muxalifan beyan kirin ku teyare û tanqên artêşa Esed li Şamê herêmên Hecer-ul Eswed, Hîcret, Daraya, Gutaya Rojhilat û Kalamun bombebaran kirine. Di netîca van êrîşan de bi dehan kes mirine û bi dehan kes jî birîndar ketine.

Muxalîfan dîsa beyan kirin ku di êrîşên hewayî de li herêmên dora Şamê de gelek avahî xirabûne û gelek xisar çêbûye. Dîsa hat diyar kirin ku di êrîşên giştiyê welat de jimara miriya her roj zêde dibin.

Bajarê Îdlîb û herêmên dora wê jî ji alî teyarên Esed ve hatin bombebaran kirin. Li bajarê Rastanê jî bi sedem bombe reşandina tanqên Esed gelek kes birîndar ketin, topên hawanê yên ku ketin bajar bûn sedemê xisareke maddî.

Muxalîfan dîsa beyan kirin ku teyarên cengê li Helebê mehella Sağûrê bombebaran kirine û li bajar cî cî şerên navbera muxalifan û hêzên Esed jî didomin. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar