Rewşa Sûriyê

Li Welêt Pevçûn û Qrîza Însanî Dewam Dike

 Li Sûriyê şerê di navbera muxalîf û hêzên Esed de, bi şedîd dewam dikin. Li gelek bajaran pevçûn dijwartir dibin. Di pevçûnên dawî de, zêdetirî 100 kes hatin kuştin. Di nav wan de jin û zarok jî hene. Hat îddîa kirin ku li Helebê baregeha eskeriyê ya 111an, ketiye destê muxalîfan. Tê gotin ku baregeh li Helebê, ya herî mezin e. Bi vî awayî li Helebê tiştek di destê Esed de nemaye. Hat îfade kirin ku ji ber teqtîkên nû yên ordiya Esed, muxalîf nikarin têkevin Şamê.

Li aliyê din tê guman kirin ku li Sûriyê, qirîza însanî jî mezintir dibe. Li Helebê xelk birçiye , nan nabîne. Însan ji bo ku nanekî ji firinê bikirin, bi saetan li ber firinan di rêzê de disekinin. Ji ber şerpezehiyan, arvan û mazot ketiya bazara reş. Bi hatina serma û zivistanê, wê rewş xerabtir bibe.

İHH li rexê Tirkiye û di nav Sûriyê de, li xelkê Helebê alîkariyên xwe belav dike. Di nav alîkariyan de  battaniye, xisûsen ji bo zarokan kincên zivistanê, xirqe, mont, lepik û kumik hene. Li Helebê elektrîk jî tune ye. Li Helebê xizmetên belediyê jî zêde nayên kirin. Çop nayên komkirin. Nexweşxane têra xwe nikarin alîkariyan nexweş û birîndaran bikin.

bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin