Rêya ku dirêjahiya wê 2 kîlometre ye ev bû 7 sal ku xelas nekirine

Ev bû 7 sal ku dest bi çêkirina rêya ku dirêjahiya wê du kîlometre ye hatiye kirin, lê belê hêj çêkirina rê xelas nebûye ku ji ber vê yekê ajoker ji rewşê re bertek nîşan dan.

Hat ragihandin ev bû 7 sal ku dest bi çêkirina rêya ku dirêjahiya wê du kîlometre ye û di navbera Bihoroka Hop-Rişmil hatiye kirin, lê belê hêj çêkirina rê xelas nebûye. Ji ber kur ê xerabûyî ye û ji ber toza ku radibe him ajokar û him jî welatî ji rewşê re bertek nîşan dan û ji rayedaran daxwaz kirin ku çareyekê ji vê mişkîlê re bibînin.

Ajokarê bi navê Mehmet Guler derheqê mijarê de diyar kir xebat bi şikleke bêplan û bêhisap tê çêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di vê riyê de miorov nikare bi 30 kîlometre sûretî jî here, lewra pir bi xetere ye. Li vê derê gelek qeza pêk tên.”

“Em di vê rêyê de gelek zehmetiyan dikşînin”

Zubeyr Yilmazê şofêrê qamyonê ye jî derheqê mijarê de diyar kir ev 7 sal e ku hêj xebata rê nehatiye xelaskirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me fêm nekir çima di van 7 salan de rê xelas nekirin. Ji ber ku em her tim vê rêyê bikar tînin em gelek zêde zehmetiyê dikşînin. Em din av tozê de dimînin. Em di vê rêyê de gelek zehmetiyan dikşînin. Em hêvî dikin ev rê berî kêlîkê bê xelaskirin.”

Şofêrekî ku naxwast navê xwe bide jî diyar kir di vê rêyê de gelek qeza çêbûne û gelek kes jiyana xwe ji dest dane. Kesê binavê Yusuf Barma jî diyar kir ji ber toza rê mala wan her tim di bin tozê de dimîne û ew êdî ji vê rewşê aciz bûne.(ÎLKHA)

 
















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e