Li ber fîlm û rêzefîlmên ku malbatê xera dikin, tepkî zêde dibin. Serekê cemiyeta Yeşîlayê ya Tarsûsê Sînan Başkaya da zanîn ku, rêzefîlmên di kanalên televîzyonê de tên weşandin, exlaqê malbatê xera dikin.
Başkaya diyar kir ku, malbata ji dê, bav û zarokan pêk tê, divê bi hizûr û ewle be. Dînê Îslamê jî ehemmiyet daye malbatê. Feqet îro bi rêzefîlman, bi fikrên ğerbîn û xerab, dijminantiya exlaq û edeba malê dikin.
Sînan Başkaya wiha got “Fikrên ku rojava bi xwe jê aciz in, îro bi navê modernîzmê empozeyê malbatê dikin. Di netîceyê de ferdên malbatê ji çand û edeba xwe re dibin ecnebî û bi exlaqiya xerab radibin. Lewra êdî zarok di mekteban de, mîna fikr û mesajên rêzefîlman tevdigerin. Hewce ye ku malbat bê sitirandin. Tu çareyê din tune ye.” BANGAHEQ